9 May 2013

Ji bo Şîrîn Elemhulî - Şêrko Bêkes

Ji serê sibehê ve
Kolana herî mezin a Sineyê
Bû Ferzad Kemanger
Ji serê vê sibehê ve
Mestirîn bexçeyê Mehabadê bû Şîrîn Elemhulî

Di zeraqa serê vê sibehê de
Hemû ew zarokên ji dayik bûne
Navê Ferhadê Wekîlî li wan hatiye kirin!
Ji îro û pêve
Di yekemîn ronahiya serê sibehê de
Mehdî îslamiyan bû Gola Wanê di berbanga îro de:
Elî Heyderiyan
Bû bi Taq Bostana Kirmaşan:
De fermo Sineyê lisêdarê bidin!
Serê Mehabadê bibirin...
De fermo nehêlin zarokên me ji dayik bibin!
De fermo
Nehêlin baran bibare û mehêlin giya şîn bibe û
Nehêlin zevî bijîn!

Ez ji îro û pêde, evîndarê çavê Şîrîn Elemhulî me
Ji îro û pêde çi helbestên min hene, ez ê wan bikim
Gula stranan ji bo bejna Şîrîn Elemhulî
Ji niha û pêde ez tayek ji porê wê me
Ji niha û pêde
Ez neynûka tiliya wê me
Ji niha û pêde ez dibim ew cote pêlavên
Ku cara dawî xistibû piyên xwe û pê çû sêdarê û
Ji niha û pêde, ez ew bazinê bi cîmayî yê destê
Şîrîna Elemhulî me
Komara Îslamî ya sêdaran
Çi li sêdaran neda, ji xewnê heta helbestê û
Ji helbestê heta jinê û ji jinê heta nan,
Av û gul û kaniyan
Ya ku
Koma Îslamî ya sêdaran
Nikare bi tu awayî li sêdarê bide
Ayinde û azadî ye...

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder